Li Komeleya ÇIRA ya Çandî û hunerî ya Amedê, Semînera “Eroûtîka Hest û Helbest” pêkhat. Semînera ku ji aliyê Şaîr Arjen Arî ve hat pêşkêşkirin, li ser pirtûka xwe ya bi navê “Eroûtîka” ya helbesta ku nû derketiye û li ser rewşa helbest û wêjeya kurdî rawestiya.
Li Komeleya ÇIRA"" ya Çandî û Hunerî ya Amedê, di 13 ê Gulana 2007 an de li avahiya Komelê, semînerek bi navê “Eroûtîka Hest û Helbest” lidarxist. Semînera ku ji aliyê Şaîr Arjen Arî ve hat pêşkêşkirin, şaîr li ser rewşa pêwajoya wêjeya kurdî ji klasîkan heta ya wêjeya nûjen rawestiya û bend û sengerên li pêşiya pêşketina wêje û zimanê kurdî raxist pêşçavan.
Şaîr di destpêka semînerê de spasiya xwe ji bo amadekirina vê semînerê, ji Komeleya ÇIRA ya Çandî Hunerî re dikir ku di pêş de di warê pêşketina çand û hunera Kurdî de karûbarên berçav bikin.
Şaîr di heqê destpêka helbestvaniya xwe de jî: Her ku min dît, li Bakûrê Kurdistanê, helbestvaniya Kurdî kete hostiyê min. Hem bi vê yekê kêfxweş im, hem jî hinek pê diêşem. Ji ber ku li welatek wek Kurdistan, axa wê, çand a wê, qewmê wê hatiye perçe perçe kirin, şaîrtî ne karekî hêsan e ji ber vê yekê ez pê diêşem. Ya na ez gelek pê kêfxweş im ku ev hezar sal be jî, min dayiye dû vî zimanî û min xwestiye helbesta Kurdî jî binivîsînim.
Şaîr Arjen Arî di axaftina xwe de diyar kir ku her şaîr giyanê û rihê şaîrên berê xwe ye û bi şiîrên xwe dişon û nûjen dikin. Eger me di vê pêvajoya helbest nivîsînê de karibûye rihê Ehmedê Xanî, Hemedanî, Melayê Cizîrî, rihê hemûyan şa kiribe, em pê kêfxweş in.
Şaîr Arjen Arî, bi xwendina şiîrekî Baba Tahîrê Uryan ku bi zaravayê Lorî hatiye nivîsandin, di wêjeya Kurdî de wek şaîrê yekem yê wêjeya nivîskî ya Kurdan da destnîşankirin. Lê ji aliyê din ve Arjen Arî diyar kir ku Farisî jî wî wek şaîrekî Farisî bo wêjeya xwe qebûldikin.
Arjen Arî berdewamî ji şaîrên klasîk Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî çend helbest xwend û cudatiya navbera şikil û tarzên şaîrên klasîk nemir yên Kurdan bi bîra beşdaran xist û dageriya ser bernameya “Eroutîka Hest û Helbest”ê. Arjen Arî, felsefeya xwe ya helbestnivîsê spart şaîrên klasîk û qiymetekî giranbûha ji bo şaîrên klasîk yên Kurdan diyar kir û da zanîn ku hebûna şaîrtiya wî li ser bingeha wan hatiye ava kirin. Lê şaîr, bi gotinekî Kurdan ku dibêjin; “mîh bi lingê xwe, bizin bi lingê xwe” stîla xwe ya taybet ya helbestvaniyê eşkere kir.
Arjen Arî da zanîn ku gelek helbestvan, helbesta Kurdî bi xwe didin destpêkirin ya jî xwe dikin Îsayê helbesta Kurdî, tiştek weha nîne. Arî da zanîn ku her helbestkar bi qasî xwe, berdewamiya helbestkarên li pişta xwe mayî ye, mîradxurê helbestkarê yê li dû xwe mayî ye. Lê di heman demê de sermiyanê xwe ye jî. Eger şaîrekî hevdem ji kaniyên zargotinê û edebiyata klasîk ya Kurdî têr venexwe, ez ne bawerim ku helbesteke nûjen û rihkurdî, temkurdî, awazkurdî binivîse.
|