.Diyarbekir Çira
.Ji Çalakiyên Me

'

Bernameya Me
Li Amedê Çand û Huner
Koma Çira
DİYARBAKIR ÇİRA KOMELEYA ÇANDÎ Û HUNERÎ
 
Derneğimiz, Bombalama Olayı İle Sur Belediye Başkanı’na Yönelik Kararı Protesto Etti
 

Li Komeleya Çandî û Hunerî ya ÇIRA ya li Amedê, gotubêjek li ser helbest û helbestvaniyê hat lidarxistin. Gotubêja li ser helbestê, ji aliyê helbestvan û parêzer İhsan Fikret Biçicî ve hat pêşkêşkirin.
Gotubêja li ser helbest û helbestvaniyê ku ji aliyê Komeleya Çandî û Hunerî ya ÇIRA ya li Amedê ve li salona avahiya komelê hatibû amadekirin, ji aliyê helbestvan û parêzer İhsan Fikret Biçicî û du helbestvanên ciwan Azad Eren û Rustem Erdem ve hat pêşkêşkirin.
Azad Eren, di destpêkê de behsa kurtejiyana helbestvanê Amedî İhsan Fikret Biçicî kir û helbest û helbestvaniya Biçici, bi giranbihayî nirixand. Azad Eren, herweha diyar kir ku Fikret Biçicî, tu wext hunera xwe dernexistiye pêş û hertim ew li aşxaneya hunerê maye û weha got; “Fikret Biçicî, herçendî wek nav derneketibe pêş jî, lê tesîrekî wî ya gellek girîng li ser pêşketin û kemilandina helbest û helbestvanên Amedê çêbûye.” Azad Eren, piştî danasandina şexsiyet û hunera  Fikret Biçicî, çend helbestên wî pêşkêşe beşdarvanan kir. Piştî axaftina Eren, çend helbestên Biçicî jî, ji aliyê Rustem Erdem ve hatin pêşkêşkirin. 
Piştî axaftin û xwendina helbestan ya ji aliyê van herdû helbestvanên ciwan ve, İhsan Fikret Biçicî dest bi axaftinê kir û diyar kir ku zaroktiya wî, di nav pirrçandî, pirrolî û pirrzimaniyê de derbas bûye û ev pirrçandiya bajarê Amedê, li ser şexsiyet û helbestvaniya wî tesîrek gellek erênî çêkiriye.
Biçicî, bi berdewamî behsa girîngiya Amedê kir û diyar kir ku bajarê Amedê, wek bajar û wek coxrafya her tim û di her demî de ji hunerê, helbestê û ji edebiyatê re bûye çavkanî û Amedê, di her demî de hunermend û helbestvanên giranbuha derxistiye ku mohra wan, li edebiyata Osmaniyan û ya Tirkiyê hatiye xistin.
Piştî axaftina İhsan Fikret Biçicî, di navbera beşdarvan û gotarvanan de li ser helbest û helbestvaniyê guftugo hat kirin û gotubêja li ser helbest û helbestvaniyê, bi dayina bersivên pirsên beşdarvanan ya ji aliyê Biçici ve, bi dawî bû.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Nivîskar
M.Kara

Nevzad Karakeçî

Mihemed Eren

Jan Geşo

B. Deniz

S. Bengîn

A. Ziya Eren

Cîhana Pirtûkan

FERHENG