.Diyarbekir Çira
.Ji Çalakiyên Me
Bernameya Me
Li Amedê Çand û Huner
Koma Çira
DİYARBAKIR ÇİRA KOMELEYA ÇANDÎ Û HUNERÎ
 
Jan Geşo

jangeso@superposta.com

ODE - 1

Ode…
Dil teng dibe, bi heval û hogirek re, an jî bi nas û dostek re. Sohbetê dike. Kela dilê xwe dirêje carina.
Carina jî hûr dibe û guh dide gotinan. Dil fireh dibe.

Ode…                         
Mirov lê rûdinê; bi tena serê xwe. Pişta xwe dide palkursiyên nermîn, çokên xwe dirêj dike, vedixwe çayên germîn. Tîne bîra xwe xeyalên rengîn. Bêhna xwe dide. Behn…

Carina çar dîwar e ode... Ez pê dizanim, du rû ye ode! Bêderî û bêrojîn e. Dixwazî jê rizgar bibî, xwe biavêjî çol û pesaran. Weke Bozê Rewan bidî çargavan.
 
Ode…
Jiyan bi roj e an jî roj jiyan e; Kar û xebat, tevger û lebat diwestîne giyanê mirov di bin roniyan rojê de. Diweste; xweziya xwe bi mirinê tîne.
Mirin ruyê xwe yê sar nîşan dide, şev perdeya xwe ya reş radixe li ber çavan. Mirov lê radikeve, radizê hetanî ku careke din jiyan hiltê ji pişt bilindayiyan.

Huşşş! Bêdengî. Du kes. Lê bi qaskî şûn de wê bibin kesek;
Ode… Mirov tê de tiliyên xwe di nav porê wê de digerîne. Bişkokên îşligan vedike lib bi lib, bi tiliyên lerzok. “Keriyên pez” berî zozanan dide û wek gurekî ku bi pey xezalek ketibe û ew qefaltibe… Wek kûçikan, tevî gilêza xwe, bi dev û gezan diçe goştê nerm ê bêhestî!
Goşt dixwe; 
Xwîn, xweydan, kelecan,
Ava nav gavan!..
Noşîcanî,
Gunehkarî belkî jî poşmanî.
Di nav çar dîwaran de derdikevî serê çiyayên bêser û bêbinî.
***
Ode…
Xwelîdank hetanî serî tijî bûne ji qotikên cixareyan. Şûşeyên şarabê yên vala civiyane li ser sehpeyê. Li alikî dendik, fistiq, findiq, mewij û yên din, tevlihev in di teyfikên porselenî de. Seleteya mêwyeyan. Sêv, pûrteqal, mandalîn, hinar… Li alîkî di tasên camîn de qirş û qalên wan.
Noş be. Ciheke wan pê neêşê!

Li ser xaliyê, şalek û fîstanek li cem hevûdu. Fanoriyekî mêran, li dû yek jî yê jinan. Goreyeke jinan yek jî yê mêran, dîsa yek yê jinan û dîsa yêk yê mêran. Derpê. Sor e. Derpê spi ye û sutyen li ber piyê qaryoleyê.
Bêedebî tê lê bêhna gayînê ketiye hundur!
 
Duh êvarê jineke bêhempa di paşla wî de bû. Hêtanî derengê şevê xwaribûn û vexwaribûn. Piyalên şerabê ji bo evînê rakiribûn û çingînî ji wan biribûn.  Paşê bi hevûdu re şa bûbûn. Şad bûbûn. Avê ji pişta xwe berdabûn.
Avzem, doşeka binê wan...

M.Kara

Nevzad Karakeçî

Mihemed Eren

Jan Geşo

B. Deniz

S. Bengîn

A. Ziya Eren

Cîhana Pirtûkan

FERHENG