.Diyarbekir Çira
.Ji Çalakiyên Me

'

Bernameya Me
Li Amedê Çand û Huner
Koma Çira
DİYARBAKIR ÇİRA KOMELEYA ÇANDÎ Û HUNERÎ
 
Koma Folklora Kurdî li Galerê bû yekem

Koma Folklora Kurdî (Komkar) London, ku di navbera 09-15/07/2007 de li Brîtanya mezin li Gallerê peşdarî di pêşbirka mîhricana (festîvala) navneteweyî a muzîkê da kiribû îsal dîsa bi rêvebiriya Mamosta Huseyîn dest tijî vegerîya. Komkar Londrayê bi navê Kurdish Folk Dance îsal di sê beşan da ket lecê.

Di beşa reqsa kuçe û kolanan de (Street Dance) yekem

Di beşa reqsa mezinan da duyem

Di beşa Karografî ê da sêyem

Di ve mîhrîcanê da nêzikî 70 welat pêşdar bûn.

Koma Folklora Kurdî  Komkar Londra di salên 1994, 2004 û 2005-ê de dîsa di vê Festîvalê da, sê caran dereca yekem wergitibû.

 

Koma Folklora Kurdî, dîsa wak her sal  li çapemanîya  Brîtanyayê  cîkî teybet û balkêş girt. TV: S4C, BBCWALSE, ITV, Llangollen Tv.

ROJNAME: Shrophire STAR,Evening Leader,Daly Post)

 Mamoste Huseyin, derheqa çand û hunera kurdî da, li gel wezîra çanda Brîtanyayê Keith Khan û serokê balyozxaneya  Amerîkayê Robert Holmes Tuttle  hevdîtinek kir.

Mamoste Huseyîn, di vê hevdîtîna xwe da daxwaz kir ku li gelê kurd xwedî derkevin, çand û dîroka gelê kurd dirokeka kevnar e  û xwedanê teybetmendîyekê ye û xwedîlêderketina vê çandê erk û berpisîyarîyeka mirovaniyê ye.

Mamoste Huseyîn, di hevdîtina xwe de ya li gel serokê balyozxana Amerîkayê  Robert Holmes Tuttle got bi alîkarîya wê îro parçekî welatê me azad e, gere hûn vê şîpa mirinê û sifra guran da me tenê nehelin.

Seroke balyozxana US Robert Holmes Tuttle li ser daxwaza mamoste Hüseyîn, got ez sozdidim  te  û şagirtên te ku, ez ê vê daxwazîya  we bighinim birêz serok Bush.

 

Di wê hevdîtinê da wezîra çanda Brîtanyayê birêz Keith Khan, got derîyê min herdem ji bo we vekirî ye, hun kîngê bixwazin dikarin bên.

Tebin:

Kesên ku bixwazin vê  mîhrîcana (festîvala) navnetwî mêzekin dikarin bi rîya internetê  vê navûnîşanê bi tikinin.  http://www.llangollen.tv/en/participants/16/169

Azad Ayyıldırım
London

 
Nivîskar
M.Kara

Nevzad Karakeçî

Mihemed Eren

Jan Geşo

B. Deniz

S. Bengîn

A. Ziya Eren

Cîhana Pirtûkan

FERHENG