Helbest Jiyanê Diparêze
Mazhar Kara
Bala xwe didimê ku li Per û baskên çûçikê lez û bezeka mezin û telaşe..
Û pişik ji ber nezaniya xwe nine ku mişk gezdike...
Pirsa nêçirê û nêçirvanan e..
Lê hûn dibêjin gelo mesiyên behrên bêbini çewa bi tema hesin hesiyan? Zereya atomê çewa li bejna zarokê Japonan hat; Hîroşîma û Helepçe çewa bûn xwişk û bira..
Û kurmê di nava nikulên çûçikê da bi sancûya mirinê va lûfan dide xwe..
Jiyan di kaynatê da bi sancûyên mezin xwe diwelidine. Av ji di gumdumê kalkê miê rihmeti da piroz e. Di dû şiliyên xurt ra herri li lingê mirov digere..
Û di şewqa şevêda xwin ji reş diherike lewra..
Û sileha here mezin mirov e disa. Him ji bona xwe û him ji ji bona xwezayê. Heta ji bona kainata bê ser û bin. Di vê dewra dinê da..
Ji bona mesiyan, ji bona çivikan, ji bona pişikan..
Ji ber vê yekê ye ku helbest mirov diparêz e, mirovatiyê diparêz e.
Û mirovê mesivan mesiyên xwe diparêze ji qaklibaz an. Qaqlibaz bi qêrin û werin para xwe ji mesivan dixwazin. Û mesivan para xwe jê diparêz e ...
Ez para ki me, tu para ki yi, ew para ki ye?..
Mesivan çêr û xeberan dide, qaqlibaz dikine qêrevir..
Qanûna xwezayê ye ev; qanûneka wi ya ji jiyanê û evinê şûşti.: mesiyê mezin tim yê piçûk dixwe.
Behra bê ser û bin kefa ser xwe dicû û kefa ser wê bi xwêya behrê dimije û wê dike kew ji devê birinên xwe ra.
Lê birina min?
Palê navmilpen, stûr û pehlewan bi similên zer va dişerda ye. Tirpana ûriz , masatê ji kevirê çaqmaqan.. tipan çiqas tûjbe ewqas baş e. Û dewê ji mastê miyên sor. Hate bira min ku miyên sor li zozanên serhedê diçêrin, ava çevkaniyan vedixun, serê gul û gupikên çiya hidiçinin. Û şivanan bê xew li dû xwe digerinin bi dengê çivikan, xişina dansa sura serê sibê û ya gul û gupukên bermayiyê mi û bizinan.. .
Xewa serê sibê ku li meriv biherime zermet e. Tenê qala xewê nekin û di serra gavnedin û neçin. Di dû şevên bê xew ra tenê çemên xwinê nakişin di çavên westiyayi da. Hiş ji xwe diçe û ziman li dil digere..
Jixwe kula min a ziman e.
Kuda diçim rastê wê rastiyê têm. Ew bindestiya min, ew xwina çevê te, ew biina dilê wi, ew birçibûna çevê zarokan, xeribi û evin.. ew rastiya rût û tazi..
Hinek ji kula mesivan, hinek ji desiyên mesi.
Qaqlibaz, kurma devê çûçikê, xwin û goşt, av û agir..
Ku kakilê dinê ji agir e.
Êdi ne dengbêjim û ne ji dilê min dişewit e. Agir xwe bi xidana eniya paleyan dişo, jiyan elba xwe ji bostanê wana tijedike. Destê xwe davêjim çi, lingê xwe davêjim kuderê sancûyên welidandinê ye. Mirin û jiyan li hevdû aliyanin. Ne kimbera piştê, ne bazinên zendan, ne kofiya li seri(ew dewr ji zûda kevnbûn. Xwişka min ji navê kofiyê nizan e.), ne kilê li çevan, ne biskên li rûyan, ne tim, ne timtêl...
Tenê helbest naxalife di nava mij û dûxana nakokiyên bêdawi da.
Lewra halbest jiyanê diparêz e.
|