.Diyarbekir Çira
.Ji Çalakiyên Me
Bernameya Me
Li Amedê Çand û Huner
Koma Çira
DİYARBAKIR ÇİRA KOMELEYA ÇANDÎ Û HUNERÎ
 
Mihemed Eren



WELATÊ QEREÇIYAN KU DERÊ YE?

Soro, sor sor rûhinarî, rûken û geş... Çav keskeheşîn, wek stêrka berbangasibê di biriqîn. Bêdeng, zûq bûye li nav çavên meriva mesûm mesûm dinhêre. Pêxwas û pêtazî... Demeke dirêj di ciyê xwe de qe bêtevdan û libitandin sekinî. Hema ji nişka ve ji ciyê xwe rabû çû, li kêleka xwe, serê Zerê ya xwişka xwe kir berdilê xwe, şidand şidand dikir ku ji kêfa wê bifetisîne. Lê paşê hêdî hêdî milên xwe sistkir û ew berda. Li ba hevûdu bi rêz rûniştin. Yek zer yê din sor. Çi bi hevûdu ketibûn.
Wek du şemamokan leylan didan, diçirusîn. Zerê, zer zer wek şima bû. Soro jî sor sor wek hinê bû. Her du yan jî serê xwe xistibûn ber xwe şermok.
Ez û wan li ber hevûdu nitirîn; ne ew peyivîn, ne jî ez ji wê derê çûm. Demeke weha bêdeng derbas bû. Zêde deyax nekirin. Soro, zixta li Zerê da, bû zîqa zîqa wan û keniyan, ez jî bi wan re... Devê Soro vebû yê Zerê jî pê re. Êdî meriv ji wan nedifilitî. Çiqa kevir û kuçê dinê hebûn li min barandin. Min dan ber pirs û sualan serî li min gêş kirin; de xalo tu ji ku yî, tu çi yî, zarokên te hene, diçin mektebê? Falan bêvan... Neyse min xwe ragirt û got;
-Sebir bikin zarokno! Hebo hebo bipirsin da ku ez bikaribim bersîva we bidim.
Zarok;
-Herê herê de bıbêje
Demeke dirêj di navbera min û wan de şêvr û axaftinek dirêj derbas bû. Min her bersîva pirsên wan dida. Lê vê carê jî min xwest ku ez jî, ji wan çend pirsan bikim.
-Ecêp hun kî ne û ji ku ne?
-Em Qereçî ne. Mal a me (pêçiya xwe bi ber çadir û kepirên ser mişembekirî ve kir û nîşan da ) ha ew in. Paşê rabûn xwe dawşandin û biber mal a xwe ve çûn. Qet li pişt xwe venegerîn û nenihêrtin. Çûn û çûn...
Belê ew Qereçî bûn. Ji xwe di mal û halên wan de jî diyar bû. Ew her bi Kurdî dipeyîvin. Ji bilî vî zmanî jî tu zman nizanibûn. Meriv difikire; Ecêp Kurdên qereçî jî hene ya na? Ez bawer im, ew qewmekî cuda ne. Di nav gellek welat û milletan de hene. Ew ne jiyanek dîmatî (xwecî), lê jiyaneke koçerî dajon. Ew di nav kîjan milletî de jiyanbin, wan zman, çand û toreyên wî mîlletî vergirtin e.
Di zarokatiya min de, tê bîra min ew dihatin gundan mal bimal li geştê digeriyan; zexîre û lazmatiyên xwe berhev dikirin û diçûn. Malî û gundiyan wan wek şirîkên xwe didîtin. Ji dayina zexîran re texsîr nedikirin. Geşta wan a nav xelqê, wek karekî wan ê debarê dihat peş ji, randin. Tu car ne dihat şermeşarkirin.
Wan li nav bajarê Diyarbekir li ciyekî vala, li panavekî derbejêr danîbûn. Çadir û konê xwe vegirtibûn. Di ser wan de mişembe rapêçandibûn. Di ser wan de zivistanek sar û serma, dûr û dirêj derbasbûbû. Edî bihar hatiye. Erd û ezman germ bûye. Lebat û vije vij bi Qereçiyan ketiye. Dîsa di nav tevgerekî de ne. Wê ji vir rabin kuda herin? Wê kêderê ji xwe re bikin cî û war? Ecêp welatê Qereçiyan ku dere?

 

 

 

 

 

M.Kara

Nevzad Karakeçî

Mihemed Eren

Jan Geşo

B. Deniz

S. Bengîn

A. Ziya Eren

Cîhana Pirtûkan

FERHENG