Mêvanên hêja û ezîz hun hemû bi xêr û selamet hatin.
Me vê çalekiya xwe sê hefte berê girt rojevê, lê mixabin ji ber hin sedemên teknîkî, ango komcivîna hilbijartina birêvebiriya me ya nû dereng ket.
Wek hun jî dizanin, heta niha komeleya me bi vî rengî nebe jî, gelek çalekiyên çandî, hunerî û yên li ser ziman li darxist. Vê çalekiya me jî, li ser pêşketinekî pîroz e.
Ev pêşketin, wek hun jî dizanin biryara yekkirina herdu hikûmetên Kurdistanê ye.
Herçiqas di dîroka gelê kurd de heta niha çendî pêşketinên weha pîroz çêbûbin jî, lê vê yekitiya herdu hikûmetên Kurdistanê ya herî pîroz û pêşketi ye.
Birastî, bi salan bû ku em hemû kurd, li benda yekitiyek weha bûn. Kurdên Başûrê Kurdistanê, bi vê helwesta xwe dilê me hemû kurdan şad û bextewar kirin. Em li ser wê baweriyê ne ku wê vê helwesta wan, him di nav kurdan de him jî di Rohilata Navîn de bibe nimuneyeke dîrokî.
Wek hun jî dizanin, tovên guhartina mêzêna Rojhilata Navîn, di salên 1990î de hat avêtin. Ji wê rojê û virde, çerxa felekê, ber bi berjewendiyên gelê Kurd ve dest bi gerê kir. Kurdan, wan destkeftinên ku di sala 1992an da bi dest xistin û ji wê demê û heta sala 2003an bi tevî kêmasî û rastiyên xwe ve gelek pêngavên girîng û dîrokî avêtin. Başûrê Kurdistanê, di vê valahiya yanzdeh salî de ji bo Kurdan bû labaratûarek û Kurd di vî labaratûarê de; di warî siyasî, civakî, îdarî û demokrasiyê de bûn xwediyê gelek tecrubeyên girîng û pêşkeftî.
Piştî ku şerê 2003an dest pê kir, berxwedana gelê kurd û pêşmergeyên qehreman û li gel hêzên hevpeyman dawî li çerxa zilm û zordestiya Sedamê dîqtator anîn û sazûmaniya wî ya xunmij yekser hat rûxandin. Ev yek ji bo hemu gelên Iraqê bû destpêka pêvajoyek nû ya demokrasî û azadiyê. Hilbijartin û referandûma ku hat kirin, tekoşîn û berxwedana gelên Iraqê kemiland. Bi vê hilbijartina dawî jî, ew bûn xwedî desthilatiya xwe ya neteweyî.
Di vê pêvajoya berxwedanê û tekoşînê de firsendên dîrokî derketin pêşiya gelên Iraqê, bitaybet jî, firsendên zêrînî ji bo gelê kurd rûda. Vê carê jî, beravajiyên rojên din yên dîrokî berxwedana gelê kurd bi ser ket û berjewendiyên neteweyî bidestxistin. Kurdên Başûrê Kurdistanê bûn aliyekî mêzêna Rojhilata Navîn.
Ew mêzêna ku kurd têde bicih bûn, roj bi roj ber bi berjewendiyên Kurdan ve giranî kişand. Bitaybetî, di van du sê salên dawî de li Başûrê Kurdistanê, ji bo her kevirek li şûna xwe bicih bibe, çend pêngavên dîrokî hatin avêtin. Wek; bijartina birêz Talabanî ji bo Serokomariya Iraqa federe û hilbijartina Birêz Mesûd Barzanî ji bo Serokatiya Kurdistana Federe, destbikarkirina Parlamentoya Kurdistanê, qebûlkirina qanûna serokatiyê, çêbûna Hikumeta Yekgirtî ya Kurdistanê û hwd.
Di tevî van pêşkeftin û destkeftinên Başûrê Kurdistanê de û bitaybet di çêbûna hikumeta yekgirtiya Kurdistanê de roleka girîng ya brêz Barzanî û Talabanî heye, ji ber vê kar û hewldana van birêzan, li ser navê komeleya Çirayê sipasiyê xwe pêşkêş dikim
Ez bixwe di vê baweriyê de me ku pêşkeftinên Başûrê Kurdistanê, wê ji her sê perçeyên din re jî, bibe hêviya azadiyê û herweha wê li ser tekjoşîn û berxwedana wan tesîreke erênî çêbike. Lewra çav û gohên çil milyonî kurd li ser bidestkeftî û pêşkeftinên Başûrê Kurdistanê ye. Her pêşkeftineke Başûr, dilê her kurdekî şad dike û hêviyeke mezin têde çê dike.
Ez hêvîdarim ku yekbûna herdu hikumetan; wê di pêşerojê de ew pirs û pirsgirêkên ku bi salan e di navbera PDKê û YNKê de rû dabûn bi tevahî ji holê rake û herweha di perçeyên din de jî, bibe nimûneya çêkirina yekîtiyên bihêz û bi bîr û bawer. Lewra geşbûna malbata mirovatiyê dide nîşandan ku belavbûn û jihevketin; paşdemayin e… Pêşgotineke me kurdan heye; “divê miya ku ji refa xwe veqete dibe xwarina gur û hirçan.”
Dixwazim bi daxwazek dawî li peyvên xwe bînim; divê her kurdekî wek rohniya çavên xwe li destkeftiyên Başûrê Kurdistanê xwedî derkeve. Her kurdek, Başûr ji xwe re bike kabe û bi hindikî salê carek wek misilmanên ku diçin hecê, ew jî biçin bi kurdistanê tewaf bibin. Daxwaza min ji serok û birêvebirên dewleta federe jî; divê xwe wek serok û birêvebirên çil milyonî bihesibînin.
Ez hêvîdarim, wê vê sedsalê bibe sedsala gelê kurd.
Ji ber beşdarbûna we, gelek sipas dikim. Careke din hûn bixêr û xweşî hatin