.Diyarbekir Çira
.Ji Çalakiyên Me

'

Bernameya Me
Li Amedê Çand û Huner
Koma Çira
DİYARBAKIR ÇİRA KOMELEYA ÇANDÎ Û HUNERÎ
 
“Biryara ji wezîfegirtina Demîrbaş biryarek siyasî ye”
 

Komeleya Çandî û Hunerî ya ÇIRA ya li Amedê, di derbarê teqîna bombeyê ya li Amedê û ji wezîfegirtina Sêrokê Şaredariya Sûrê ya Amedê Abdulah Demîrbaş û fesihkirina Meclîsa Şaredariyê de daxuyaniyek çapemeniyê belav kir.

Komeleya Çandî û Hunerî ya ÇIRA ya li Amedê, ev roj (16.06.2007) li Taxa Ofîsê bi daxuyaniyek kiryarên vê teqînê bi tundî şermezar kirin. Di daxuyaniya ku ji aliyê Serokê Komeleya ÇIRA Omer Ekmen ve hat pêşkêşkirin de hat diyar kirin ku hêzên tahrî, bi baheneya hebûna terorê û îrtîcayê dixwazin ku Gelê Kurd û Tirk berî hev bidin û dijminahiyê di navbera wan de peyda bikin. Herweha bi vê yekê dixwazin ku bingeh û zemînê ji bo êrişek leşkerî ya li dijî Başûrê Kurdistanê çêbikin.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku êrişên li dijî sivîlan ji aliyê kê ve û bi çi meqsedê tê kirin, bila bê, ev bi tu şêweyek nayê pejrandin û bi tundî şermezar dikin û bi berdewamî weha hat gotin; “Eşkereye ku ev êrişên hovane, li dijî demokrasî û aşîtiyê tên bikaranîn. Divê bê zanîn ku ev hêz û kesên ku ji rewşa awarte dimijîn, dixwazin bi van çalekiyên xwe Welat ber bi kaosê ve biherikînin

Komeleya Çandî û Hunerî ya ÇIRA ya li Amedê, herweha di daxuyaniya de ji wezîfêgirtina Sêrokê Şaredariya Sûrê ya Amedê Abdulah Demîrbaş û fesihkirina meclîsa şaredariyê ku xwestine di kar û xizmetên xwe de zimanê Kurdî jî bikarbînin, bi tundî şermezar kirin û piştgiriya xwe ji wan re eşkere kirin.   

Komeleya ÇIRA, di berdewamiya daxuyaniya xwe de bal kişand li ser bêhuqûqiya biryara di derheqê Şaredariya Sûrê de û weha got; “Biryara jiwezîfegiritina Serokê Şaredariya Sûrê û fesihkirina Meclisa Şaredariyê, li dijî “Prensibên Serbixwetiya Îdareyên Mehelî ya Ewrûpayê’ ye. Yê ku bi daxwaza jiwezîfegiritina Serokê Şaredariya Sûrê û fesihkirina Meclisa Şaredariyê, serî li Daniştayê dabû û doz li wan vekiri bû, Wezareta Karê Hundirî ya Tirkiyê ye. Vê yêkê carek din nîşan dide ku di dema Hikumeta AKPê de, guhertinên ku ji bo endametiya Yekîtiya Ewrûpayê hatine kirin, nayên bicihkirin û li ser kaxiz mane.

Em wek Komeleya ÇIRA, vê xebata “pirrzimanî ya di xebatên Şaredariyê de” ya Şaredariya Sûrê bi giranbuhayî dinirxînin û destnîşan dikin ku ev biryara li dijî van xebatan, biryareke demokratîk û adil nîn e û herweha biryareke siyasî ye û wê di wicdanê mirovatiyê de bê mehkumkirin.

Em wek Komeleya Çandî û Hunerî ya ÇIRA ya li Amedê,  li dijî vê biryarê radiwestin û piştgiriya xwe ya ji Sêrokê Şaredariya Sûrê ya Amedê Abdulah Demîrbaş û Endamên Meclîsa Şaredariyê re destnîşan dikin.”

 

 

                                                            Komeleya Çandî û Hunerî Diyarbakir ÇIRA
                                                                                Desteya Rêvebir

 

Nivîskar
M.Kara

Nevzad Karakeçî

Mihemed Eren

Jan Geşo

B. Deniz

S. Bengîn

A. Ziya Eren

Cîhana Pirtûkan

FERHENG