Bi amadekariya Komeleya Çandî û Hunerî ya ÇIRAyê, ji aliyê Nivîskarê Kurd yê li Başûrê Kurdistanê Xelîl Duhokî ve, ji bo danasîna pirtûka xwe li Amedê Roja Îmzeyê hat lidarxistin.
Roja Îmzeyê ku di 7ê Hezîran a sala 2007-an de bi amadekariya Komeleya Çandî û Hunerî ya ÇIRAyê li avahiya Komelê hatibû hatibû lidarxistin, ji aliyê nivîskar Xelîl Duhokî ve hat pêşkêşkirin. Xelîl Duhokî, di axaftina xwe de bi giştî li ser rewşa wêjeya kurmancî, pêwendî û cûdatiyên di navbera zaravayên Kurdî de û li ser pirs û pirsgirêkên li pêşiya pêşketina wêje û zimanê Kurdî rawestiya.
Nivîskar Xelîl Duhokî, di axaftina xwe de li ser wêje û berhemên edebî yên Kurdî ku li dervayê welat hatine belavkirin rawestiya. Duhokî, da zanîn ku pirraniya wan berheman, bitaybet jî yên nivîskarên Başûrê Kurdistanê, bi elfabeya erebî hatine nivîsîn û belavkirin, pêwîst e ku ev berhem, li nav welêt, ango li Herêma Bakurê Kurdistanê bi elfabeya latînî jî bên çapkirin da ku hemû xwendevanên Kurd, jê sud werbigirin.
Nivîskar Xelîl Duhokî, di encama çalakiyê de pirtûka xwe ya bi navê “Helbesta Hevçerx ya Kurdî Berga Yekem” ku bi tîpên latînî hatiye amadekirin û ji aliyê Weşanxaneya Dengê ve hatiye çapkirin, da nasandin û ji bo beşdarên çalakiyê îmze kir.
Pirtûka Xelîl Duhokî ya Antolojiya helbestên nivîskarên Başûrê Kurdistanê ku bi pirranî ji nivîskarên Duhokêpêk tê, ya bi navê“Helbesta Hevçerx ya Kurdî” Berga Yekem ku bi tîpên latînî hatiye amadekirin, ji aliyê Weşanên Dengê ve hatiye çapkirin. “Helbesta Hevçerx ya Kurdî” Berga Yekem, ji danasandin û hin helbestên nivîskarên Başûrê Kurdistanê yên wek Bedirxan Sindî, Abdurehman Mizûrî, Xelîl Duhokî, Mueyed Teyîb, Mihsîn Qoçan, Mehfoz Mayî, Vehêl Amedî, Remezan Îsa, Idrîs Çelkî, Ehmed Qerenî û her wek din pêk tê. Nivîskar Xelîl Duhokî, di berdewamiya semînerê de spasiya xwe ji bo Weşanê Dengê pêşkêş kir ku pirtûka wî ya bi navê “Helbesta Hevçerx ya Kurdî” çap kiriye. Nivîskar, herweha li ser Weşanxaneya Spîrêz ya li Duhokê jî rawestiya û pêşniyar kir ku pirraniya berhemên ku bi elfabeya Erebî çap kirine, herweha bi elfabeya latînî jî çap bikin. Lewra pê bawer e ku wêje û zimanê Kurdî, dê bi elfabeya latînî hêj zêdetir pêşkeve.
Çalakiya ku li avahiya Komeleya Çandî û Hunerî ya ÇIRAyê, bi beşdarbûna hejmarek rewşenbîr, hunermend û nivîskarên Kurd li Amedê û endamên vê komeleyê amade bûn hat lidarxistin.
Semînera navborî, bi îmzekirina pirtûkan ya ji aliyê Nivîskar Duhokî ve gihîşt encamê. |